Li Fransayê otomobîlekê ajot ser peyayan: 9 birîndar
PeyamaKurd- Li Girava Oleron a Fransayê, otomobîlekê ajot ser peyayan û kesên li bisiklêtan siwar bûyî. Hate ragihandin ku di encamê de 9 kes birîndar bûn û rewşa tenduristiya 2 kesan jî giran e.
Wezîrê Navxwe yê Fransayê Laurent Nunez, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji birîndaran 2 kes di rewşeke giran de ne û li beşa lênêrîna lezgîn têne dermankirin û ajokarê 35 salî jî hatiye binçavkirin.
Rojnameya fransî Le Parisien ragihand ku polîs derûniya gumanbar lêkolîn dike. Herwiha li gorî nûçeya kanala BFM'yê, gumanbar berê ji ber sûcekî biçûk ji aliyê polîsan ve dihat nasîn.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.