Li gundewarê Şamê li dijî bendeke kontrolê êriş

Li gundewarê Şamê li dijî bendeke kontrolê êriş

PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, vê sibehê li dijî benda kontrolê ya Keşkûl a herêma Diwêla ya gundewarên Şamê êrişek çekdarî hat kirin.

Çavkaniyan dane zanîn ku êrişkaran 2 bombe avêtina stira axî ya bendê, di encamê de hejmarek endamên Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta demkî birîndar bûn. Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê seferber bûn.

Der barê êriş û kesên li pey wê de ta niha daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.