PeyamaKurd- Li Hollandayê ji welatên cuda li dora 35 hezar kes bo siyaseta hewayî protesto bikin xwepêşandan kirin. Xwepêşandan ji aliyê rêxistinên sîvîl de hat brêxistin û li meydana Dam ê civiyan.
Xwepêşandêr ji her qismî mirov tê de bûn. Di her temenî de kes di nava meşê de hebûn. Xwepêşandêr rexne li siyaseta Hollandayê ya hewayî kirin û xwestin siyaseta dewletê bê guhertin. Di xwepêşnadanê de sloganên weka:
“Li Marsê jiyan heye. Na, sipas dikim.”, ”Dinyayê paqij biparêze an wê tov şîn nebin”, ”Nifşên bên, biparêze”,”Hişyariya kureyî, bikeve nava tevgerê”, ”Bê dereng bimîne hewayê rizgar bike”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin