PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, di saetên dawî de li Tengava Hurmizê di navbera hêzên deryayî yên Îranê û keştiyên şer ên Amerîkayê de pevçûnên rû bi rû diqewimin.
Ajansa nîvfermî ya Farsê eşkere kir ku ev pevçûn li çend xalên cuda yên tengavê belav bûne û rewşa herêmê pir krîtîk e.
Hate ragihandin ku piştî Amerîkayê doh êrîşî tankereke petrolê ya Îranê kir, hêzên deryayî yên Îranê bi moşek û balafirên bêmirov ên "kamîkaze" bersiv dane û keştiyên Amerîkayê kirine armanc.
Li hemberî vê yekê hêzên Amerîkayê jî hinek deverên li peravên başûrê Îranê bombebaran kirin.
Îran îdia dike ku di van êrîşan de hedefên sivîl hatine lêdan, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar û winda ne.