Li Idlibê ser germ dibe: Bombardimanê dest pê kir…

Li Idlibê ser germ dibe: Bombardimanê dest pê kir…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Idlib ê Sûriyê ku piraniya wê di bin kontrola HTŞê (Nûsra) û komên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê de ye, ji nû ve bombardimanên rejîma Sûriyê dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku roja duşemê hêzên rejîmê li herêma ‘kêmkirina Rageşiyê’ navendeke tenduristiyê û dibistanek bombardiman kirine û di encamê de jî sivîlek miriye û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Lêkolera pispora Sûriyê Elizabeth Tsurkov li ser twitterê nivîsand ku Rûsyayê hemû bajarokên li bakurê rojavayê Sûriyê jê birine.

Herwiha ji aliyê din ve Amerîka jî bang li Rûsyayê dike ku soza xwe ya bo agirbestê bicih werîne û nebe sedema zêdekirina aloziyê û rê bide alîkariyên mirovî derbas bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin