PeyamaKurd – Li Amerîka li eyaleta Kaliforniyayê zilamekî bi çekê êrîşê ser navenda Îslamî ya bi navê San Diego kir. Li ser êrîşê gelek polîs çûn ciyê rûdanê û di encama şerê bi êrîşker re, êrîşker hat kuştin û tê gotin ku gelek birîndar hene.
Di nava navendê de mizgeft jî heye û êrîş di mizgeftê de bûye. Di şer de li navendê û mizgeftê gelek kes birîndar bûn e.
Li deverê, xwendevan bi awayekî bi ewle hatine tehliyekirin. Li ser nasnama êrîşker û sedema êrîşê heya niha xebat dewam dikin da tesbîtê bikin.