Li Komara Kongo 15 xwendevan di dibistanan de şewitîn

Li Komara Kongo 15 xwendevan di dibistanan de şewitîn

PeyamaKurd – Li Komara Kongo ya Demokratîk ku welatekî Afrîka ye, li rojhilatê nav welat, li eyaleta Kivu ya Başûr li payîtexta eyaletê li bajarê Bukavuyê agir bi xaniyekî ket û ji wê derê derbasî 2 dibistanan bû. Di encamê de 15 xwendevan di nava agir de şewitîn.

Li gor çapemeniya xwecîh ya Kongoyê; şewat li bajarê Bukavu li navça Kadutu, li taxa Cimpunda, di xaniyekî de destpêkir û derbasî 2 dibistanan bû. Di her 2 dibistanên bi navên Ujamaa û Furans de 15 xwendevan di şewatê de mirin.

Di şewatê de gelek xwendevan jî birîndar bûn û wan birin nexweşxan û navendên tenduristiyan lê rewşa hinek xwendevanan girane.

Di şewatê de li dora 500 xanî û navendekî tenduristiyê ji duman û şewatê bandorê dîtin. Sedema despêkirina şewatê heya niha nehatiye ragihandin.