Li Lubnanê li navendên hewandina mirovan de nûfûs %77 kêm bû

Li Lubnanê li navendên hewandina mirovan de nûfûs %77 kêm bû

PeyamaKurd – Li navendên hewandina mirovan yên ji ber şerê Lubnanê û Îsraîlê ciyên xwe terkkiribûn, piştî agirbesa navenda Lubnanê û Îsraîlê çûn ciyên xwe yên berê. Jimara xelkê yên ku niha li ciyên hewandinê mane bûye 33.758 kes û % 76,97 çûne ciyên xwe.

Hukumetê li navendê 713 navend vekiribû û 190.102 kes di wan de diman û niha piraniya wan çûn ser warên xwe.

Serokatiya wezareta encumenan rêjeyên koçê, zerar û ziyanan di rapora xwe ya heteyî de belav kir. Di raporê de rêjeyên li jorê hat dayîn û heya niha 296 navend bi temamî girtine.

Rêjeya li jorê yên nav Lubnanê ne û jimarên koçberên ku çûne Sûriyê cuda ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin