PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban ragihand ku dayîkên 2 û 3 zarokên wan hebin wê heya bi heyayê baca dahatê nedin. Orban got ku sala 2025an sala pêşdeçûnêye û wê bernama daxistina bacê ya herî berfireh di Ewrûpa de bicîh bînin.
Orban, li ser hukumeta meclisa îsal ya Macarsitanê li ser pêngavên ku îsal bavêjin daxwuyanî da. Orban got:
“Em ê bernama daxistina bacê ya herî fireh ya Ewrûpayê bicîh bînin. Ez ji vêya re dibêjim pêşdeçûn. Em ji bo dayîkên xwedî 2 û 3 zarokan baca dahatê dadixin sifrê.
Wê bername ji bo dayîkên 3 zarokên wan hene di Cotmeha sala 2025an de destpêbike û ji bo dayîkên ku 2 zarokên wan hene, wê di serê sala 2026an de destpêbike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin