PeyamaKurd- Ji aliyê Serokomariya Misirê ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin ku li Misirê ji ber erdheja li Fasê û lehiya li Lîbyayê 3 roj şîn hat îlankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, îro danê sibehê hin nirxandinan kirine û hat diyarkirin ku Sîsî ligel fermandarên artêşa welatê xwe hin hevdîtin kirine.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku "Li Misirê ji bo hevgirtina birayên me yên Fas û Lîbyayê 3 roj şîn hat ragihandin. Bi telîmata Serokomar Sîsî, ji bo Fas û Lîbyayê şandina her cure alîkariyên mirovî ya bi rêya asîmanî û deryayî dewam dikin.”
Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihand ku di erdheja ku êvara înê 8ê Îlonê pêk hat de heta niha 2 hezar û 862 kes mirine û 2 hezar û 562 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin