PeyamaKurd - Li navçeyeke sînorî ya Koreya Bakur û Başûr de, hêzên Koreya Bakur û Başûr teqe li hev kirin û şer di navbera wan de rû da.
Fermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand serê sibeha roja Yekşemê, artêşa Koreya Bakur teqe li zêrevanên sînor ên Koreya Başûr kirine û artêşa Koreya Başûr jî bersiva wan daye.
Li gorî berpirsên Koreya Başûr di bûyerê de zirar negihiştiye kesî û niha şer rawestiya ye.
Derbarê sedema derketina şer de ti sedemeke diyar nehatiye eşkerekirin. Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un roja Şemiyê piştî demeke dirêj ku nexuyabû û digotin dibe miri be, wêneyên wî di medyaya Koreya Bakur de hatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin