PeyamaKurd – Berpirsê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) yê Sûdanê Peter Graaff ragihand ku 5 milyon kes bi awayekî awarte di asta birçîbûnê de li Sûdanê dijî. Tevî xebatên ji bo temîna xwureka wan dewam dike jî gelek zahmete ku pêdiviyên wan kesên ji ser cîh û warên xwe rabûne bên bicîhanîn.
Graaff, li baregeha NY ya Cenevrê di civîna rojane de li ser online ragihandina xwe kir. Graaff ragihand ku di ser destpêka şer ya Sûdanê de 10 meh derbas bû û Sûdan ketiye ber pêla krîza mirovî ya gelek xerab.
Li Sûdanê ji ber şer belav bûye, pê re jî xelkê sîvîl dest ji malên xwe, cîh û warên xwe berdidin û li Sûdanê li dora 8 mîlyon kes ji ser cihên xwe rabûne.
Graaf di ragihandina xwe de got ku kesên ji ciyên xwe bûne, ji wan re av, sanitasyon, xida û xizmeta bingehîn ya tenduristiyê tine û weha dewam kir:
“Li Sûdanê 25 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye,18 milyon bi birçîbûna akût re rû bi rû ye û 5 milyon kes bi rewşeka birsê ya awarte re rû bi rû dijî. Nexweşîn û nebûna xidayan bi taybetî li ser jinên ducanî û zarokan bêhtir bandorê dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin