Li Tengava Hurmuzê êrîşên li ser keştîyan: Sê keştî bûn hedef

Li Tengava Hurmuzê êrîşên li ser keştîyan: Sê keştî bûn hedef

PeyamaKurd - Çavkaniyên ewlehiya deryayî û saziya UKMTO ya Brîtanyayê ragihandin ku roja Çarşemê  li Tengava Hurmuzê gule li sê gemiyên bazirganiyê hatine reşandin. Li gorî agahiyan, keştîyek  konteyneran a bi ala Lîberyayê li bakurê rojhilatê Omanê bi roket û guleyan lê xistin û zirar gihîşt odeya kaptên.

Kaptênê keştîyê  diyar kir ku boteke girêdayî Supaya Pasdaran nêzîkî wan bûye û bêyî hişyariyê êrîş kirine. Her wiha hat ragihandin ku keştîyek  bi ala Panama û keştîyek din a Lîberyayê jî di dema derketina ji tengavê de rûbirûyê êrîşan bûne, lê di her sê rûdanan de jî tu zirarên canî çênebûne û muretebat di ewlehiyê de ne.

Ev êrîş piştî daxuyaniya Îranê ya derbarê sînordarkirina trafîka li Tengava Hurmuzê de pêk hatin, ku Tehran vê yekê wekî bersivek li dijî bombebaranên Amerîka-Îsraîl û dorpêça deryayî ya Waşintonê dibîne.

Tevî ku kaptênên keştîyan dibêjin tu hişyarî ji wan re nehatiye şandin, ajansa nûçeyan a Îranî "Tesnîm" îdîa kir kukeştîyan guh nedaye hişyariyên hêzên serbazî yên Îranê. Ev geşedanên dawî nîşan didin ku alozî ji qada siyasî derbasî qada deryayî bûye û ewlehiya enerjiyê ya cîhanî di metirsiyeke mezin de ye, nemaze ku Trump berê ragihandibû ku heta peymanek çênebe ew ê kontrola tengavê bernedin.