PeyamaKurd – Li Ukraynayê êrîşên Artêşa Rûsyayê zêde bûn û şer li nav kolanan destpê kir.
Li gor zanyariyan, şer li nava kolanên Kîevê destpê kir, li gelek deverên paytext dengê teqînan têne bihîstin.
Herwiha zanyarî eşkere dikin, ji rojava heta rojhilatê bajarê Kîevê, şer û bombebaran heye, li hinek deveran şerê giran rû didin.
Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî destnîşan dike, nehiştine ku tu deverek bikeve bin kontrola artêşa Rûsyayê.
Herwiha zanyarî diyar dikin, ji bo piştevaniya Ukraynayê, hêzeke mezin ji Polandayê bi rê ketiye û tê çaverêkirin, îro piştî nîvro, ew hêz bigihîjin Kîevê.
Amarên şaredariya Kîevê didin zanîn, ji ber bombebarana îro ya Rûsyayê, li bajêr 35 welatiyên sivîl can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin