PeyamaKurd – Li Zelanda Nû rapora bi navê ‘Atmosfer û kêşûhewa me 2026’ hat belav kirin. Li gor raporê salane germa di nav hev de, ji sala 1909an heya niha 1,36 derece zêde bû.
Hecma 3 hezar bûzûlan ji sala 1997an ji 56 km3an, di sala 2023an de daket 30 km3an. Li gor raporê; dê li Zelanda di wextekî nêz de pêlên germê yên hewayê bikin ku bûz an cemed bêhtir bihele.
Li gor raporê; asta gaza serayê gihaye asta bilind û li Zelandayê hawirdorî, cûreyên cîh li ser civakê zorê dide ser kêşûhewayê. Germa hewayê bandorê li ser 3 hezar bûzûlê kiriye.
Germa ku zêde bûye, kiriye ku okyanus germ bibin, asta ava deryayan zêde bibe, rejîma barînan guhertiye û kiriye ku bûyerên hewayî yên zêdebar biqewimin.