PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Zencanê muhîmmata ku di êrîşa DYA-Îsraîlê de neteqiyabû, teqiya û di encamê de ji artêşa Îranê 14 leşkerên Îranê can dan. 2 leşkerên Îranê birîndar bûn.
Rûdan, di wexta ku leşkerên Îranê li muhîmmatên ku neteqeyane digeriyan da tesbîta wan bikin û bê zerar bikin de qewimî û muhîmmat teqiya.
Li gor ajansa Fars ya Îranê; li herêmê tesbîta 15 hezar zêde teqemenî kirine ku di wexta şer de neteqiyane û goya îmha kirine.
Lê xwuyaye ev jimare ne tenê yên DYA û Îsraîlê ne û di nava wan de bêhtir muhîmmatên artêşa Îranê hene.