PeyamaKurd – Li gorî anketên derketinê, Aleksander Lûkaşenko bi rêjeya ji sedî 87,6 ê dengan di hilbijartinên Serokkomariyê yên Belarûsê de bi ser ket.
Li gor daxuyaniya televizyona dewletê ya Belarûsê, piştî ku sindoqên hilbijartina serokomariyê li gor saeta herêmî di saet 20.00an de hatin girtin, di encama anketê de rêjeya dengên ku namzedan wergirtine nîşan da.
Li gorî vê yekê Serokkomarê niha Lûkaşenko bi rêjeya ji sedî 87,6 di hilbijartinan de bi ser ket. Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Belarûsê Sergey Sîrankov ji sedî 2,7, Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Belarûsê Oleg Gaydukevich ji sedî 1,8, namzeta serbixwe karsaz Anna Kanopatskaya ji sedî 1,6 û serokê Partiya Komarî ya Edalet û Kedê. Aleksandr Hijnyak ji sedî 1,2 deng girt.
Rêjeya dengên kesên ku li dijî hemû namzetan deng dane ji sedî 5,1 bû.
Hat diyarkirin ku anket bi 11 hezar û 948 kesan hatiye kirin.
Ji aliyê din ve Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Belarûsê jî ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan heta saet 18:00an ji sedî 81,50 bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin