Kiliçdaroglu: Me tevahiya dinyayê ji xwe re kir dijmin

Kiliçdaroglu: Me tevahiya dinyayê ji xwe re kir dijmin

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku ji bo tezkereya êrîşa Rojavayê Kurdistanê piştgirî dabû hikûmeta AKPê, ragihand ku piştî ‘operasyonê’ Tirkiye li qada navnetewî tenê maye.

Kiliçdaroglu polîtîkaya derve ya AKPê û Erdogan rexne kir û got, “Îro me hemû dinya ji xwe re kir dijmin.”

Wî herwiha bal kişand ser ku hikûmetê di polîtîkayên derve de şaşî kirine û da xuyakirin, “Me got ku em ji serwerî û yekparçeyiya erda cîranên xwe re rêzdar bin. Divê em vê bikin daku welatên din jî rêzê li me bigirin.”

Kiliçdaroglu herwiha got ku heta niha hikûmetê bersiva tawanbarî û dorpêçên Trump nedaye û diyar kir, Berjiwendiyên wan li ser yên welat in. Gelek tawanbariyên cidî yên Trump hene. Gelo ji bo wê tiştek gotine?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin