PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê ceza û dorpêçên aborî yên Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Pezeşkiyan got ku di mehên dawî de planên dijmin ew bû ku bi armanca zextê li ser gelê Îranê rehên sereke yên welat bibire, lê ew di vê yekê de serketî nebûne.
Pezeşkiyan da xuyakirin ku tevî zextên aborî yên ku her ku diçe zêde dibin, bi saya alîkariya Xwedê, piştevaniya gel û tedbîrên hevrêyên wan ên di hikûmetê de, wan rê neda ku dijmin bigihîje armancên xwe yên di warê şerê aborî de.
Pezeşkiyan her wiha da zanîn ku ji bo birêvebirina şert û mercên awarte, hikûmetê di nava xwe de guhertin û rêxistineke nû çêkiriye.