PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber desteserkirina tawanbarê sereke û hevkarên wî di karê terorîstî yê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê de, daxuyaniyek belav kir û tê de destxweşî li hêzên Asayişê û Dijeterorê yên Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê de da xuyakirin: “Hêzên Asayişê û Dijeterorê yên Kurdistanê bi serkeftî karîn tawanbarê sereke û hevkarekî wî di karê teroristî yê roja 17ê Tîrmeha 2019an ê teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê de desteser bikin, ku cihê mixabiniyê bû di bûyerê de dîplomatkarekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dabûn.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Serkeftina hêzên Asayişê û Dijeterorê di erkê xwe ya sereke de, dilsoziya van hêzan ji bo kar û parastina Herêma Kurdistanê û welatiyan diçespîne. Diyar e piştî bûyereke wiha nexweş û tirsonekane, tekeziya sereke ya desthilatên Herêmê li ser desteserkirina tawanbaran û hevkarên wan bû û dibe. Destkefta serketiyane ya hêza Asayişê û Dijeterorê di wê de bû ku her dem karîne hewlên teroristî pûç bikin û nehêlin ziyan bigihe xelkê Herêmê û mêvanan.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ta niha bi karînên xwe Herêma Kurdistanê û welatî parastine, di dahatûyê de jî her wek berê jî di karê xwe yê cidî de berdewam dibin ji bo gerentîkirina aramî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê. Tawanbarên desteserkirî û hevkarên wan jî li gor yasa serederî pê re tê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin