PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump bi zavayê xwe re, bi Erebistana Si’ûdiyê re têkiliyên xweş û germ danîbû lê serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden niyet kiriye ku li ser têkiliyên Amerîkayê û Erebistanê car din bifikire û di çav de derbas bike.
Berdevkê Koşka Sipî Jen Psaki di nava hefteyê de ragihandibû ku dê Biden têkiliyên bi Erebistana Si’ûdî re ji nûh de di çav de derbas bike.
BBC di mijarê de got ku wextên xweş yên di dewra welîehd Prens Selman û wexta Trump bi dawî bû. Trump têkiliyên xwe di ser rêya zavayê xwe Jared Kushner de bi Muhammed Selman re dimeşand lê tê gotin ku dê Biden têkiliyên xwer di ser Qral Selmanê 80 salî de bimeşîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin