Macron û Trump li ser Sûriye û Îranê axivîn

Macron û Trump li ser Sûriye û Îranê axivîn

PeyamaKurd - Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku wî û Serokê Amerîka Donald Trump bi pêwendiyeke telefonî danûstandineke “bi sûd” li ser rewşa Sûriye û Îranê kirine.

Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku şeva borî wî û Trump bi telefonê behsa rewşa Sûriyê, dosyaya atomî ya Îranê û NATOyê kirin.

Macron goti, ew diyalog gelekî bi sûd bû lê agahiyên zêde jî belav nekirin.

Serokê Fransa da zanîn ku dê di civîna NATO ya Londonê de ew û Trump dê hevdîtinekê pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin