PeyamaKurd – Biryara cemidandina mal û milkên Ebû Mariya Qehtanî yênku yek ji serokên HTŞya wek rêxistina terorê tê qebûlkirin, li Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî ya dewletê de hat weşandin.
Hatibê îdiakirin ku Qehtanî di 5ê nîsana 2024an da li Sûriyeyê di êrîşa bombeyî hatibû kuştin.
Agahiyên derbarê hin kesan de ku di beşa bi sernavê “Kesên ku têkildarî DAIŞ û El-Qaîde ne”, bi biryara Lijneya Wezîran a li ser cemidandina mal û milkên kes, sazî û rêxistinên terorê ya Neteweyên Yekbûyî de cih digirin, bi biryara lijneya ewlehiyê di hejmara dualî ya Rojnameya Fermî ya dewletê de hat belavkirin ku do, di 5ê çileyê de cih girt.
Bi biryara ku îmzeya Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan li binî ye, mal û milkên Ebû Mariya Qehtanî yê ku yek ji serokên rêxistina Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), hat cemidandin ku tê îdiakirin di 5ê nîsanê de li Sûriyeyê di êrîşeke bombeyî da hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin