PeyamaKurd – Kesê herî nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê berê yê Rûsyayê Dimitrîy Medvedev plana veşarî ya Pûtîn a destpêkirina şerê Ukraynayê eşkere kir.
Medvedev li ser hesabê xwe yê Telegramê gotiye, dixwaze ji Lîzbonê heta Vladivostokê împeratoriya Rûsyayê ya Avrasyayê ava bike.
Medvedev di peyama xwe de îdia kiriye ku Pûtîn ji bo aştiyê bîne êrîşa dagirkirina Ukraynayê daye destpêkirin û diyar kiriye, bi taybet piştî belavbûna Sovyetê li 1991ê dijminatiya Rûsyayê li Ukraynayê destpê kiriye û wekî berpirsê wê jî ‘nazî û hevkarên wan’ nîşan da.
Medvedev gotiye, Pûtîn ji ber vê jî ji bo paqijkirina naziyan ew operasyona taybet daye destpêkirin û armanca sereke jî avakirina ‘Împeratoriya Avrasya ya Rûsyayê’ diyar kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Medvedev piştî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daye ku hişyariya pêşveçûna Rûsyayê ya ber bi Donbassê ve dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin