Medya Îranê got ku li Girava Qeşmê bi dijminan re şer derket

Medya Îranê got ku li Girava Qeşmê bi dijminan re şer derket

PeyamaKurd – Medya dewletê ya Îranê ragihand kul i Girava Qeşmê di navbera artêşa Îranê û dijmin de şer derketiye. Di heman wextê de li Bender Abbasê û dora wê li pey hev dengê teqînan hatiye û li deverê hawara ewlehiyê dane.

Di çapemeniya Îranê de hat gotin ku balafirên DYA û Îmratê, bi fuzeyan êrîşê lîmanên Îranê kirine. Li herêmê İHA hatine dîtin. Îsraîlê ragihand ku êrîşê Îranê nekiriye.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li Başûrê Îranê li dora limana Bender Abadê dengê çend teqînan hatiye. Ajansa Mehrê ya Îranê ragihand ku li Girava Qeşmê dengê teqînan hatiye.

Piştî teqînan berdevkê wezareta karên derve yê Îranê ragihand ku:

“Serokê dînî yê Îranê Hamaney pêşdeçûnan îdare dike. Bê îzna wî ti kes gav navêje.”