Mesûd Pezeşkiyan, li ser DYAyê daxwuyanî da û behsa plana seredana Tirkiyê kir

Mesûd Pezeşkiyan, li ser DYAyê daxwuyanî da û behsa plana seredana Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan piştî bû serokkomarê Îranê, cara yekem derket ber çapemeniyê û got:

“Em dijminahiya DYAyê nakin. Divê DYA dijminahiya li hemberê me di dawî bike û niyeta xwe ya baş nîşanî me bide.”

Pezeşkiyan axaftina xwe li Tehranê di Navenda Konferansa Navdewletî de kir. Pezişkiyan pirsên rojnamevanan bersivand û behsa pêngavên hukumeta nûh ya ji bo başkirina feqîriya heyî û çareseriya aboriyê kir. Pezşkiyan dê ji bo rakirina givaşên ser Îranê bixebite da givaşan rake.

Pezeşkiyan ragihand ku wê seredana Tirkiyê bike û rayedarên Tirkiyê dawetî Îranê bike. Têkiliyên bi welatên cîran re pêşde bibe, pirsgirêkên aborî çareser bike û ji bo çareseriya wan stratejiyan çêbike. Li ser têkiliyên bi cîranan re got:

“Di seredana me ya bo Iraqê û Herêma Kurdistanê de, em bi rayedaran re axifîn. Ew jî pêşniyar kirin ku planên hevpar yên stratejik çêbikin û em birêde bibin. Em planên weha dikarin bi Tirkiyê, Pakistan, Azerbeycan û Turkmenistanê re bicîhbînin. Divê em pêşde herin, bazaran biafirînin, veberhênananan li derve bikin û têkiliyan pêş bixin.”

Pezişkişyan got ku peymana ji bo 25 salan ya bi Çînê re divê bimeşe û têkiliyên Îranê bêhtir bi Çîn, Rûsya û welatên cîran re ne. Navbeynakirya Çînê ya di navbera Îran û Saûdiyê de pêngavekî gelek baş bû. Wekî serokkomar, her peymana ku hatiye girêdan dê di pratîkê de bimeşîne.

Pezeşkiyan, behsa gelek mijaran kir û got ku dixwazin ji nûh de ‘Rêya Hevrîşim’ bixe rê lê bi derfetên îro û teknolojiya îro rêyê bikemilîne.

Li ser mijara ku Îran fuzeyên hîpersonîk dişîne Yemenê, Pezeşkiyan mijarê red kir û got ku berya şerê Yemenê, Yemenî bi xwe wan çekan çêdikirin û ew teknolojiya wan hebû.