Mirovekî ket kanala avê lê li nexweşxanê can da

Mirovekî ket kanala avê lê li nexweşxanê can da

PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê li navça Seyhanê li taxa Sumerê kesê bi navê Yüksel Dalkıran (49) dema di kenarê kanala avê de diçû, mêzêna xwe wenda kir û ket kanala avê.

Welatiyên bûyerê dîtin rewşê gihandin tîmên îtfaiyê û tenduristiyê. Tîmên îtfaiyê, Yüksel Dalkıran ê ku bi avê de diçû, ji avê derxistin. Tîmên tenduristiyê masaja dilî kirin û dilê wî xebitandin.

Paşî Dalkiran, birin nexweşxanê lê tevî hewlên doktoran jî li nexweşxanê can da.