Kompaniya Lockheed Martin 72 karmendên xwe yên li binkeya Beledê veguhest Hewlêrê

Kompaniya Lockheed Martin 72 karmendên xwe yên li binkeya Beledê veguhest Hewlêrê

PeyamaKurd – Kompaniya Lockheed Martin, ji ber êrîşa moşekî ya komên çekdar ya li dijî binkeya esmanî ya Beled a li bakurê Bexdayê, do 72 karmendên xwe yên li wê binkeyê veguhest Hewlêrê.

Li gor çavkaniyekî serbazî yê Iraqê diyar kiriye; îro tîma teknîkî ya balafirên F-16 yên artêşa Iraqê, ku karmendên Lockheed Martin in, bo Hewlêrê hatin veguhestin.

Kompaniya Lockheed Martin, kompaniyeke mezin a lojîstîk û ewlehî û serbazî ye li binkeya serbazî ya Beled a li bakurê Bexdayê. Peywira wê kompaniyê rahênan û aktîvkirin û çareserkirina kêşeyên teknîkî yên hêzên esmanî yên Iraqê ye, bi taybetî ji aliyê bikaranîn balafirên F-16.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do di kanala fermî ya El Iraqiye de da zanîn, ji ber metirsiya komên çekdar û êrîşên moşekî yên bi ser binkeya esmanî ya Beledê de dikin, kompaniyên mezin ên ewlehiyê biryar dane û ku karmendên xwe ji Iraqê vekişînin û ev jî zerarê dide Iraqê.

Tevî wan êrîşên moşekî yên ji destpêka îsal ve, komên çekdar bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de kirine, rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî Hewlêrê aram e û gelek kompaniyên biyanî difikirin ku dema metirsiyên ewlehiyê li ser wan çêbibe, Bexdayê di cih de bihêlin û berê xwe bidin Hewlêrê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin