PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku ew dê piştî dabînkirina ewlehiyê li Şengalê û entegrekirina hêzên YBŞê yên girêdayî PKKê, baregeha Başika-Zilkanê radestî Hikûmeta Iraqê bikin.
Di civîna heftane ya MSBê de li ser pirsa rojnamevanan hate eşkere kirin ku ew bi kêfxweşî gavên bo dabînkirina otorîteya hikûmeta navendî ya Iraqê li Şengalê pêşwazî dikin.
Herwiha hate gotin ku piştî asayîbûna herêmê û dabînkirina ewlehiyê biryara radestkirina baregeha Başika-Zilkanê ya bi awayekî qonax bi qonax bo Iraqê hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Abdullah Ocalan jî çend roj berê di peyama ku ji hezên Şengalê re şandibû de daxwaz kiribû ku li gorî ‘modela Tirkiyê’ tevbigerin û ji bo çareserkirina mijara hêzên Êzidî çareseriya entegrekirina wan bi Bexdayê re pêk bînin.