PeyamaKurd - Endamê Hevpeymaniya Nesr Dr. Ehmed Cum’e ragihand, ku ew dixwazin aliyên Kurdî jî beşdarî hevpeymaniya di navbera Nesr, Hikme, Saîrûn û Weteniye bibin. Ew Kurdan wek hevbeşên rasteqîne dibîne û daxwaz dike ku rola wan di hikûmeta nû de hebe.
Endamê Hevpeymaniya Nesr Dr. Ehmed Cum’e ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna şeva derbasbûyî de hevpeymaniya Nesr, Hîkme, Saîrûn û Weteniye ji bo pêkanîna hevpeymaniya herî mezin a parlamentoyê gelek mijar gotûbêj kirine û got: “Mijara herî sereke girêbesta şîrîkatiya nîştîmanî bû.
Cum’e da xuyakirin ku aliyan peyameke zelal ji Kurdan re şandine û daxwaz kirine rola wan di pêkanîna mezintirîn fraksyona parlamentoyê de hebe û got: “Em di wê baweriyê de ne ku birayên Kurd hevbeş ên bingehîn in di nava hevpeymaniyê de.”
Derbarê daxwazên Kurdan de Dr. Ehmed Cum’e diyar kir: “Ew birayên me ji Hewlêrê ve li berjewendiyên Kurdan dinerin. Ev ne tiştekî şerm e û mafê wan e. Lê divê xalên nakok ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser maseyê werin çareserkirin. Bi taybetî mijara hêzên pêşmerge, Kerkûk û hinek pirsên wek desthilata firokexaneyan, deriyên sînor, mijara para %17 a Herêma Kurdistanê. Dikarin di van mijaran de bi hev re bigihên çareseriyekê.”
Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr, beşek ji Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî, Tevgera Hîkme ya bi serokatiya Emmar Hekîm, hevpeymaniya Weteniye ya bi serokatiya Eyad Elawî şeva derbasbûyî li Bexdayê civiyan û biryara pêkanîna hevpeymaniya herî mezin ragihandin.
Aliyan piştî civînê bi daxuyaniyeke hevpar eşkere kirin: “Em li ser krokiya pêkanîna hevpeymaniya herî mezin a parlamentoyê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû rêkeftin. Herwiha biryar hatiye dayîn, ji bo beşdarbûna hevbeşên din jî vekirî bin.”
Hêjayê gotinê ye, ku li gorî encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê tu partiyek bi serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne. Lewra divê hikûmeteke hevpeymanî were avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin