PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve, girên Dehliz û Heşîşa yên şûnwarên dîrokî li herêma Girê Spî talan û wêran kirin.
Li gorî zanyariyên xelkê deverê ragihandine, girê Dehlîz ê şûnwarî yê 30 kîlometre dûrî bajarokê Silokê yê Girê Spî ji aliyê çekdaran ve hat wêrankirin.
Hat diyarkirin ku ew girê dîrokî bi hinceta avakirina xaleke leşkerî li ser gir hat kolandin û wêrankirin.
Dîsa hat gotin ku çekdaran girê Heşîşa yê şûnwarê dîrokî ku 25 kîlometre dûrî bajarokê Silokê ye jî talan û wêran kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin