MSB: Tirkiye û Amerîkayê li ser 'Navenda Tevgera Hevbes' li hev kir

MSB: Tirkiye û Amerîkayê li ser 'Navenda Tevgera Hevbes' li hev kir

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) li ser hevdîtinên derbarê 'Herêma Ewle' de ku bi heyeta Amerîkayê re dewam dikin daxuyanî da.

Wezaretê da xuyakirin ku di hevdîtinan de ji bo avakirina 'herêma ewle' bi Amerîkayê re li ser nêrîna avakirina 'Navenda Tevgera Hevbeş' li hev kirine.

Hat ragihandin ku hevdîtinên bi rayedarên leşkerî yên Amerîkayê re li ser avakirina herêma ewle îro bidawî bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê de hat diyarkirin ku li ser avakirina herêma ewle bi kordîneya Amerîkayê, ji bo di demeke kurt de 'Navenda Tevgera Hevbeş' bê avakirin lihevkirin çêbû.

Wezaretê herwiha da xuyakirin, "Ji bo herêma ewle bibe korîdora aştiyê û welatiyên Sûriyê vegerin welatê xwe, li ser wergirtina her cure tedbîran lihevkirin çêbû."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin