PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) di civîneke çapemeniyê de agahiyên girîng derbarê rojeva leşkerî parve kirin.
Balafira Falcon-50ê ku şandeya leşkerî ya Lîbyayê tê de bû, piştî rabûna ji Enqerê ji ber xeletiyeke elektrîkê xwestiye vegere Balafirgeha Esenbogayê, lê li gundewarê Haymanayê ketiye. Di encamê de Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê Mihemed Elî El-Hedad û hemû endamên şandeyê jiyana xwe ji dest dan. Qutiya reş a balafirê hat dîtin û lêpirsîna hevpar a Tirkiye û Lîbyayê li ser bûyerê dest pê kir.
Wezaretê ragihand ku di 15ê Kanûnê de droneke nenas li ser Deryaya Reş ji aliyê F-16an ve hatiye xistin. Her wiha hat gotin ku dronên li Balikesîr û Kocaeliyê ketine bin lêkolînê ne. MSByê destnîşan kir ku "dronên piçûk" ji bo hemû cîhanê gefeke nû ne, lê Tirkiye bi sîstemên NATO û projeyên neteweyî asîmanê xwe 24 saetan diparêze.