PeyamaKurd- Parlementerê meclisa Iraqê Udey Awwad reşbeleka qanûnekî amade kir û pêşkêşî meclisa Iraqê kir. Di qanûnê de ji Îsrîlê tazminat tê xwestin ku di sala 1981an de, di dema desthilatiya Saddam Huseyîn de, Îsraîlê bi balafiran êrîşê ser tesîsên nukleerî yên Bexdayê kiribû.
Di qanûnê de hat ragihandin ku êrîşa Îsraîlê xesara maddî û manewî daye xelkê Iraqê. Hem êrîş bûye sedem ku nexweşîn belav bûye û zerarê daye sanayiya Iraqê. Awwad got ku ew êrîş îhlala qanûnên navdewletiye û mafê Iraqê heye tazmînatê bixwaze.
Hêzên hewayî yên Îsraîlê di sala 1981an de bi balafiran êrîş biribû ser reaktora nukleerî ya ceribandinê ya Osîrakê. Lê heman parlementer behsa ceribandina wan sîlihên nukleerî an ku kîmyewî bo ser Kurdan ranegihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin