Li Wanê 4 rojnamevan hatin girtin

Li Wanê 4 rojnamevan hatin girtin

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê girtin ser Ajansa Mezopotamya û 4 rojnamevan girtin. Yek ji wan rojnamevanan Cemil Ugur e ku nûçeya “Gundiyên ji helîkopterê hatine avêtin” çêkiribû.

Polîsên Tirkiyê serê sibehê girtin ser Ofîsa Ajansa Mezopotamya ya Wanê û malên rojnamevanan û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bilen û Cemil Ugur li gel nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abî û Nazan Sala desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan dest danîne ser kamera û kelûpelên teknîkî yên rojnamevanan.

Yek ji rojnamevanên desteserkirî Cemil Ugur e ku nûçeya “Gundiyên ji helîkopterê hatine avêtin” çêkiribû.

Di nûçeyê de dihat gotin, Servet Turgut û Osman Şiban hatine îşkencekirin û ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Turgut li nexweşxaneyê 20 rojan di beşa lênerîna awarte de mabû û pişt re can dabû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin