PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Libnanê û hevalbendê nêzîk ê Hizbûlahê Nebîh Berî, îro 5ê Hezîranê ragihand ku ev koma ku ger Îran piştgiriyê bide Hizbullah amade ye ji deverên başûrê çemê Lîtaniyê vekişe, bi şertê ku Îsraîl jî ji wan cihên ku li başûrê Libnanê dagir kirine paşve bikişe.
Berî, ku di heman demê de wekî navbeynkarê siyasî yê Hizbûlahê tê zanîn tekez kir ku ew li ser vekişîna hêzên berxwedanê ya ji bakurê sînor hevnerîn e, lê divê ev pêngav wekî gaveke hemwext ligel vekişîna artêşa Îsraîlê bê avêtin.
Serokê parlamentoya Libnanê destnîşan kir ku ji bo bidawîanîna şer û pevçûnên dijwar, pêdivî bi îmzekirina "agirbesteke tam, giştgir û bêşert" heye daku mafên serweriya Libnanê bên parastin.