PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrellah got ku ew amade ne ji Îranê sîstemên parastina hewayî li dijî êrîşên Îsraîlê bo artêşa Lubnanê dabîn bikin.
Nesrelleh di çalakiya salvegera 40 saliya şoreşa Îranê de, li Beyrûdê ragihand ku Îran amade de di gelek waran de alîkariya Lubnanê bike û got, “Li wir (Tehran) dosteke pir dilsoz û mezin heye ku ji me tiştekî naxwaze.”
Nesrelleh herwiha diyar kir, "Ez amade me ji bo bergiriya dijî balafirên Îsraîlê ji artêşa Lubnanê re sîstemên parastina esmanî dabîn bikim. Heta ji bo bibe artêşa herî bihêz a herêmê, amade me her tiştî bikim. Ji bo vê amade me herim Îranê jî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin