Netanyahu: Hîn karê me neqediya ye

Netanyahu: Hîn karê me neqediya ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvîna ligel CBS News de diyar kir ku şerê bi Îranê re "gelek tişt bi dest xistine, lê hîn bi dawî nebûye."

Netanyahu bal kişand ser metirsiya ûranyûma meyandî ya Tehranê, moşekên balîstîk û hêzên wekî Hizbullayê û Hûsiyan.

Netanyahu destnîşan kir ku heke rejîma Îranê were hilweşandin, dê hemû tora hêzên wekîl ên li herêmê wekî Hamas û Hizbullayê jî hilweşin, ji ber ku bingeha wan a sereke Îran e.