PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser angaştên ku ^"generalên artêşa Îsraîlê agirbestê dixwazin" wiha bersiv da: “Ez aşkere dibêjim, ev yek pêk nayê.
Netanyahu li ser angaşên ku generalên artêşa Îsraîlê yên ku şer bi rêve dibin, agirbestê wek rêya herî baş a ji bo rizgarkirina dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de ne dibînin bersivand û got: "Ez aşkere dibêjim, ev yek pêk nayê."
Rojnameya New York Times li ser zarê rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî nivîsî ku generalên payebilind ên artêşa Îsraîlê gotine ku ev yek bê wateya negihîştina hemû armancên şer jî, agirbest, baştirîn rêya rizgarkirina dîlên Îsraîlî yên mayî ye."
Netanyahu li ser vê yekê got: "Ez li vir im û eşkere dikim: Ev ê nabe. Em ê nebin dîlê bayê têkbirinê yê New York Timesê. Em ji ruhê serketinê feyz digirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin