Netanyahu: Xelkê Îsraîlê, hikûmeteke qels naxwaze

Netanyahu: Xelkê Îsraîlê, hikûmeteke qels naxwaze

PeyamaKurd- Binyamîn Netanyahu yê ku li gorî encamên ne fermî di hilbijartinên giştî yên Îsraîlê de bi ser ketiye, axaftinek kir û ragihand ku xelkê Îsraîlê, ne alîgirê qelsbûnê ye.

Piştî encamên dengdayînê hatin ragihandin û li gorî encamên ne fermî dane hatin parvekirin, Binyamîn Netanyahu yê di hilbijartinan de serkeftî xuya dike, duh ji bo piştgirên xwe axaftinek kir.

Netanyahu yê ku berê jî Serokwezîrtiya Îsrailê kiribû, di banga xwe de wiha got:

“Xelkê Îsraîlê yên ku dengên xwe bi kar hanî, hikûmeteke wisa dixwaze ku rûmeta neteweyî biselîne û ne hikûmeteke qels, hikûmeteke ku pêşbîniya hêzê dike, dixwaze."

Di dema ku xelkê ji bo Netanyahu dirûşim berz dikirin de wî got ku “ Ez ne key im, hewcedariya min bi hilbijartinê heye û ev jî bi saya we pêk hat.”

Her wiha di nav 3 sal û 6 mehan de ev dibe hilbijartina 5an a pêşwext û nêzîkî 6,7 milyon dengdêr duh çûbûn ser sindoqan û dengên xwe dabûn.

Dîsa li gorî daneyên ne fermî yên Kanal 13ê, Partiya Likud ya Netanyahû, di meclisa Îsraîlê ya 120 kursiyî de 62 kursî bi dest xistine û piraniya dengan bi dest xistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin