Netanyahû operasyona 'Kûrena Şêr' ragihand: Şerê hevbeş ê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kir

Netanyahû operasyona 'Kûrena Şêr' ragihand: Şerê hevbeş ê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, îro 28ê Sibata 2026an, di gotareke fermî de bi zimanekî tund ragihand ku wan bi hevahengiya Amerîkayê operasyoneke leşkerî ya mezin bi navê "Lion’s Roar" (Kûrena Şêr) li dijî Îranê daye destpêkirin.

Netanyahû eşkere kir ku ev operasyon bi armanca jinavbirina gefên nukleerî û mûşekî yên rejîma Tehranê tê meşandin.

Wî spasiya "serkirdayetiya dîrokî" ya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û tekez kir ku ev gava leşkerî dê rê li ber çekdarbûna atomî ya Îranê bigire.

Banga ji bo Kurd, Belûç û Azeriyan 

Netanyahû di peyama xwe de rasterast bang li pêkhateyên cuda yên Îranê, bi taybetî Kurd, Fars, Azerî, Belûç û Ehwaziyan kir û got ku dema wê hatiye "zincîrên zilmê" bişikînin.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ev operasyon dê derfetekê bide gelên Îranê da ku çarenivîsa xwe bigirin destê xwe. Ev daxuyaniya Netanyahû wekî hewildanekê ji bo handana serhildaneke navxweyî li dijî rejîma Tehranê tê nirxandin.

Serokwezîrê Îsraîlê ji welatiyên xwe daxwaz kir ku li hemberî bersivdayîna mûşekî ya Îranê aram bin û guh bidin rênîşandanên Fermandariya Eniya Navxwe.

Wî destnîşan kir ku Operasyona "Kûrena Şêr" dê di rojên bê de berdewam bike û ev şerekî man û nemanê ye ji bo misogerkirina ewlehiya Îsraîlê.

Hevdem bi vê daxuyaniyê re, hate ragihandin ku mûşekên balîstîk ên Îranê ber bi bajarên Îsraîlê ve hatine avêtin û pergalên parastinê di nava tevgerê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin