Netenyahu: Ji bo şehîdên me serê xwe ditewînim

Netenyahu: Ji bo şehîdên me serê xwe ditewînim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu di rêya medya civakî televîzyonê de xîtabê xelkê Îsraîlê kir û got:

“Dixwazim silavê bidim xelkê xwe yê ezîz. Hun di sitargehan de diman, we di ber xwe dida lê me bi hevre serkeftinên mezin bi dest xist.

Şervanên me di sefa pêşî de û hun li pişt wan bûn. Lê berya her tiştî dibêjim; di vê têkoşînê de şehîdên me yên canên xwe dan, li ber wan serê xwe ditewînim.

Dixawazim malbatên şehîdan yên şînê digrin hembêz bikim û li ser navê me hemûyan ji zarokên me yên birîndar re şîfayê dixwazim.

Birayên min! Dewleta Îsraîlê heya demên dawiyê ew tiştnên ku me wekî xeyalan didît, me serkeftinên mezin bidest xist.

Îran ji her carê bêhtir qelse û Îsraîl ji her wextî xwurttire. Ev têkoşîna me ya heya îro ye. Ez dixwazim vêya zelal bikim:

Hêjî hedefên me hene ku divê em zelal bikin. Em ê wan bi li hev kirinê an bi destpêkirina şer bi dest bixin.”