PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû bersiva bangewaziyên ku li Xezzeyê agirbest bê îlan kirin da û wan bangewaziyan red kir.
Netenyahû bang û pêkutiyên ku daxwaza agirbestê li Xezzeyê dikin red kir û da zanîn ku divê ew pêkutî neyên kirin.
Benyamin Netanyahû jî balê kişand ku ji dewletên cihanê pêkutiya agirbestê tê kirin lê ew wan daxwazan red dikin "Ji ber ku em şer rawestînin, dê ji holê rakirina Hamasê bê asteng kirin"
Di civîna Lijneya Şer a Îsraîlê de Serokwezîrê Îsraîlê bi van gotinan bersiva dewletên wek Fransa, Elmanya û yên din da :
"Ji aliyekî ve hûn piştgiriya jiholê rakirina Hamasê dikin, ji aliyê din de jî hûn nikarin ku ji me daxwaza rawestandina şer bikin. Ev daxwaz dê ji holê rakirina Hamasê asteng bike."
Ji aliyê din de di Forûma Doha ya Qeterê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres û rêvebirên dewletên herêmê hişyariyan dan Îsraîlê û bang û daxwza agirbestê dûbare kirin. Guterres rexne li helwesta Amerîkayê kir ku bangewaziya Neteqeyên Yekbûyî ya "agirbestê" red kiriye.
Guterres daxuyand ku ewê waz li bangewaziyên ji bo agirbestê neynin û balê kişand ku ev şer baweriya ji Konseya Ewlehiyê qels dike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got : "Min ji Konseya Ewlehiyê ji bo pêşîlêgirtina qarasatên mirovî û agirbesta mirovî daxwaza pêkutiyan kiribû. Lê mixabin Konseya Ewlehiyê viya bicîh neanî. Lê ezê waz li wê daxwaza xwe neynim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin