PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Amerîkayê re bi bîr xist ku êrîşa li ser hedefên sivîl li Îranê li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye.
Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên êrîşa li ser pir û santralên elektrîkê li Îranê dixwe, Neteweyên Yekbûyî hişyarî da Amerîkayê ku êrîşî hedefên sivîl li Îranê neke.
Stephane Dujarric, berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, diyar kir ku êrîşa li ser binesaziya sivîl li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye.
Dujarric got ku her çend hin hêmanên binesaziya sivîl wekî hedefên leşkerî werin dabeş kirin jî, ew dîsa jî dikarin zirarê bidin sivîlan, û ji ber vê yekê êrîş qedexe ye.
Dujarric zêde kir ku gelo êrîşên wiha sûcên şer in an na, divê ji hêla dadgehê ve were destnîşankirin.