PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî piştî ku balafira Etiyopyayê qeza kir û tê de 21 xebatkarên Neteweyên Hevgirtî mirin, ferman da ku careka dinê xebatkarên wan bi balafira Boeing 737 Max ê rêwîtiyê nekin.
Berdevkê sekreterê NH Stephane Dujarric do di brîfînga çapemeniyê ya rojane de weha got:
"Bo xebatkarên Neteweyên Hevgirtî ferman hat şandin da bi balafira weka ya Etiyopyayê seyahetê nekin û hem ev pêşlêgirtina ewlekariya standard e.”
Di balafira Etiyopya de 21 xebatkarên Neteweyên Hevgirtî miribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin