PeyamaKurd - Rêxistina Navneteweyî ya Deryayî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) îro 24ê Hezîranê ragihand ku, li gorî plana hatiye danîn keştiyên li Kendava Hurmizê asê mane û keştiyên bazirganî dest bi derbasbûna di tengavê de kirine.
Ajansa Reutersê ji zarê berdevkê rêxistinê eşkere kir ku xebatên derbasbûnê li gorî plana nû bi awayekî pratîkî dest pê kirine. Lê hûrgiliyên zêde derbarê keştiyên beşdar de nehatin eşkere kirin.
Li gorî amarên seyrûsefera deryayî hate diyarkirin ku 2 keştiyên kelûpelan û keştiyeke bar di saetên borî de di tengavê re derbas bûne û bi dehan keştiyên bazirganî amadekariyê dikin ku derbas bibin.
Rêxistina Navneteweyî ya Deryavanî doh jî ragihandibû ku ev plan dê rê bide bi sedan keştiyên ku nêzîkî 11 hezar deryavan li ser wan in, bi misogerkirina ewlehiya trafîka deryayî re ji nû ve di Tengava Hurmizê de derbas bibin.