Dadgehê Mizrakli berneda û danisîna wî taloqî 10ê Sibatê kir

Dadgehê Mizrakli berneda û danisîna wî taloqî 10ê Sibatê kir

PeyamaKurd - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn û ew jî bi awayekî girtî tê dadgehkirin, Selçûk Mizrakli îro carayek yekem derket pêşberî dadgehê.

Danişîna ewil a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli de, bi rêya platforma deng û dîmen (SEGBİS) ji Girtîgeha T2 a Bunyana Kayseriyê beşdarî rûniştina Dadgeha  9’emîn Cezayê Giran a Diyarbekirê bû.

Parêzerên Mizrakli, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Zulal Erdogan parastina wî kirin.

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara da ku girtîmayîna Mizrakli berdewam bike û roja danişîna duyem jî wekî 10ê Sibata 2020an diyar kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin