Sêx Elî Îlyas bû Baba Sêxê nû yê Kurdên Êzidî

Sêx Elî Îlyas bû Baba Sêxê nû yê Kurdên Êzidî

PeyamaKurd – Piştî 45 roj ji ser kirasguhertina Baba Şêx Xortû derbas bû, Şêx Elî Îlyas bû Baba Şêxê nû yê Kurdên Êzidî.

Li gor zanyariyan, bi amadebûna nêzikî 250 kesayetên Kurdên Êzidî û Civata Rûhanî, biryar hat dayîn Şêx Elî Îlyas bibe Baba Şêxê Kurdên Êzidî.

Biryar e roja Çarşemê, li Perestgeha Lalişê rêûresma Baba Şêxê Kurdên Êzidî yê nû Şêx Elî Îlyas bê sazkirin.

Destnîşankirina Baba Şêx ji desthilaya Mîrê Êzdiyan e, lê bi şêwira li gel Civata Rûhanî û Cûqeta Baba Şêx û kesayetiyan tê destnîşankirin. 

Îro 3 kes bo bibin Baba Şêx hevrikî dikirin, ku ew jî  Şêx Ezam û Şêx Elî Şêx Îlyas Kurê Baba Şêxê Berê, Şêx Ferhad Xirtû kurê Baba Şêxê niha bûn. Di dawiyê de Şêx Elî Îlyas, weke Baba Şêx hate destnîşankirin

Baba Şêx kesayetiyekî olî ye û tu rêûresm, bêyî biryara wî nayê kirin. 

Şêx Elî Şêx Îlyas sala 1979an li Şêxanê ji dayik bûye û bavê wî jî 18 salan ji 1978an heta 1995an, Baba Şêxê Êzidiyan bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin