PeyamaKurd – Çawîşê Pispor ê di artêşa Tirkiyê de ku li piştî tecawizkirina keçekê li navçeya Qûbînê ya Batmanê, keçikê bi guleyê hewla kuştina xwe dabî, di îfadeya xwe ya dadgehê de xwe bi ‘alkolê’ parast ku beriya niha leşkerê ku li Şirnexê destdirêjiya keçeke 13 salî kiribû jî heman îfade dabû.
Çawişê Pispor ê bi navê Musa O di îfadeya xwe ya dadgehê de tecawiza keçika bi navê İ.E, ku ji 16ê Tîrmehê de li nexweşxaneyeke Batmanê di bin tedawiyê de ye red kiriye û bi şertê kontrola edlî jî hatiye serbest berdan.
Li gorî îfadeya wî leşkerî dema bi çûye cem İ.E bi alkol bûye û bi vî awayî heman wekî ya bûyera Şirnexê xwestiye bûyerê binixûmîne ku berê wî kesî gotibû, ti kes ceza nade wî.
Keçika bi navê İ.E. berî bikeve hewla xwekuştinê nameye ji malbata xwe re hiştibû û tê de hemû hurgiliyên tecawizê eşkere kiribûn.
Malbat jî diyar dike ku hîn rewşa tenduristiya keça wan di metirsiyê de ye û wan ji bo duvdeçûna bûyerê cezakirina leşkerê tecawizkar serî li cihên pêwîst daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin