PeyamaKurd – Hat zanîn ku lehiya çend rojên dawî ya li navçeyên bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde û nişkave rû daye, ziyaneke mezin bi xwe re aniye.
Li gorî zanyariyan li gundên navçeyên Elbak, Qerqelî û Çaldiranê 9 xanî bi temamî hilweşaniye, 32 xaniyan ziyanek dîtiye û 900 serî pezên gundiyan jî di ber lehiyê de telef bûne.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Muhterem Înce jî ragihandiye ku xebatên ji bo çêkirin û vekirina rêyan berdewam dikin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber barana xurt a ser hev di çend rojên borî de, rêya sereke ya navbera Colemêrg û Wanê jî hatibû girtin û ziyaneke mezin a madî gihîştibû deverên di bin lehiyê de mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin